Li Bexdayê operasyona nelirêtiyê
Hêzên ewlekariyê yên Iraqê li Herêma Kesk û derdora wê ya li Bexdayê operasyoneke berfireh a nelirêtiyê meşand.
Hêzên ewlekariyê yên Iraqê li Herêma Kesk û derdora wê ya li Bexdayê operasyoneke berfireh a nelirêtiyê meşand.
Li gorî nûçeya Rojnewsê, hêzên ewlehiyê yên Iraqê bi piştgiriya tîmên antî-terorê, li herêma Kesk û herêmên derdora wê yên li navenda Bexdayê operasyoneke berfireh pêk anîn. Di encama vê operasyonê de parlamenter, bazirgan û berpirsên bilind ên hikûmetê bi tohmeta nelirêtiyê û talankirina mal û milkên giştî hatin binçavkirin.
Berpirsek payebilind yê Iraqê ji ajansa me re ragihand ku hêzên antî-terorê û firqeya taybet, ji saetên sibehê yên zû ve li herêma Kesk û derdora wê tedbîrên tund ên ewlehiyê girtine. Di heman demê de hinek wesayîtên zirxî û tank li ser sînoran hatine bicihkirin, hemû deriyên herêmê hatine girtin û lêgerîn hatiye destpêkirin. Hat ragihandin ku tenê xwendevanên ku nasnameya wan a taybet heye dikaribûn derbasî herêmê bibin.
Li gorî agahiyên dawî, proseya girtin û binçavkirinan piştî deketina biryarên fermî yên dadweriyê dest pê kiriye. Di dema bicihanîna van biryaran de, li hinek cihan di navbera hêzên antî-terorê û parêzvanên hinek berpirsan de rageşî û pevçûnên fîzîkî çêbûne. Ev operasyon tenê bi Herêma Kesk ve sînordar nemaye; li herêmên sînorî yên mîna “Şeeb” û bakurê Bexdayê jî serdegirtinên hemwext hatine kirin.
Lîsteya kesên ku biryara girtina wan heye:
Li gorî zanyariyên ku ji medyaya Iraqê hatine piştrastkirin, di lîsteya girtinan de navên naskirî yên qada siyasî hene ku hinek ji wan evin:
Musenna Samarayî: Serokê Hevpeymaniya Ezm (Rêveberê ofîsê û parêzvanê wî jî hatine girtin)
Ferîq Ebdulkerîm Wecîr: Sekreterê taybet ê berê yê Mihemed Şiya Sûdanî
Ebas Sûdanî: Birayê Serokwezîrê berê Mihemed Şiya Sûdanî
Aliye Nuseyf: Parlamentera fraksiyona Geşepêdan û Avadaniyê
Behadîn Nûrî Mebrûk: Parlamenterê fraksiyona Geşepêdan û Avadaniyê
Hesen Xefacî: Parlamenterê berê yê parlamentoya Iraqê